Serkeftina Amedsporê coşa bajêr zêde kir

28-08-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amîgoyê Amedsporê Mezher Tekçî /Wêne: Rûdaw
Amîgoyê Amedsporê Mezher Tekçî /Wêne: Rûdaw
Nîşan AK Partî Kongre Erdogan Pûtîn Omer Çelîk Amedspor Denîzlîspor Mezher Tekçî Serkeftin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Amedspora bi rengên kesk û sor doh êvarê di Koma Sor a Lîga 2yemîn de li stadyûma xwe li hemberî Denîzlîsporê 2-0 bi ser ket.

Amedspor bi vê serkeftinê di grûpa xwe de bû lîder.

Piştî vê serkeftinê alîgirên wê li ber stadyûma Amedê govend girt û wan serkeftina tîma xwe pîroz kir.

Amedî dixwazin îsal tîma wan Amedspor bibe şampiyon û bajarê wan bi awayekî serkeftî nûnertiya wan bike.

Amedsporê di pêşbirka ewil a grûpa xwe de Denîzlîspor kir mêvan û ew destvala vegerand.

Dema lîstikê li stadyûmê coş û kêfxweşiyeke mezin hebû.

Ev kêfxweşî piştî 2 golên Amedsporê hîn zêdetir bû.

Govend, reqs û kelecana amîgoyê Amedsporê Mezher Tekçî ji şevê din ve berdewam dike.

Amîgoyê Amedsporê bi cil û bergên xwe yên balkêş li stadyûmê coşa xelkê geştir kir.

Mezher Tekçî ev coşa xwe roja piştî maçê jî li baxçeyê mala xwe bi govend û stranan domand.

“Wan kêfa me anî, Xweda jî kêfa wan bîne”

Amîgoyê Amedsporê Mezher Tekçî “Baweriya te ji Xwedê be 90 deqîqeyî min digot qey ez jî li sehayê me.

Dilê min digot gurp, gurp, gurp… Yanî min digot qey ez jî bi futbolîstan re baz didim.

Wisa topeke xweş lîstin, ez wan pîroz dikim.

Wan kêfa me anî, Xweda jî kêfa wan bîne. Ew li sehayê topê dilîstin, min li trîbunê govend digirt.”

Li kuçe û kolanên bajêr jî kelecena serkeftina Amedsporê xwe dide der.

Herwiha alîgir jî îsal li benda şampiyoniyê ne.

“Têkoşîn hebe, serkeftin jî tê”

Alîgirê Amedsporê Cengîz Bayram got, “Têkoşîn hebe, serkeftin jî tê.”

Welatî Mihemed Kiliç anî ziman, “Îro li Mêrdînê, li Êlihê li gelek cihan alîgirên wê hene.

Hemû Kurd in. Ji ber vê yekê înşella Amedspor dê îsal bi ser bikeve.”

Alîgirê Amedsporê Tekîn Bayram diyar kir, “Em dixwazin jixwe Amedspor bi ser bikeve. Em ji bo wê dixebitin.”

Welatî Çiya Varan got “Ku Amedspor di lîga binî de be, bajarê me jî tim li paş dimîne.

“Ku Amedspor derkeve lîga serî, dê bajarê me jî bê naskirin.”

Welatî Mihemed Emîn Botan anî ziman:

“Ku bi pê bikeve û ew jî bibe şampiyon, hem ji bo me Kurdan û hem jî ji bo bajarê me sembolek e. Çima çiyê me kêmî xelkê ye?

Ji lîstikvanên berê yê Amedsporê tenê 2 heb mane.

Amedsporê îsal 20 lîstikvanên nû transfer kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst