Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê piştî hevîdtina bi Şandeya Îmraliyê re got, “Em dê piştgiriyê bidin hemû gavên ji bo rawestandina xwînê.”
Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.
Di vê çaroveyê de şandeya ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê çû serdana CHPyê û şande ji aliyê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ve hat pêşwazîkirin.
Di nav şandeya CHPyê de ji bilî Ozgur Ozel alîkarên Serokê Giştî yê CHPyê Selîn Sayek Boke û Gokhan Gunaydin jî cih girt.
Hevdîtina şandeyên CHP û DEM Partiyê qediya.
Piştî hevdîtinê Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder got:
“Em deyndarê zarok û neviyên xwe ne ku welatekî bêyî şer ji wan re bihêlin.”
“Em dê piştgiriyê bidin”
Ozgur Ozel jî piştî civînê got:
“Em dê piştgiriyê bidin hemû gavên ji bo rawestandina xwînê.
Divê pêvajo bi pêşengiya parlamentoyê berdewam bike.”
“Divê rondik û xwîn rawestin, ya girîng ev e”
Ozel her wiha bal kişand li ser rawestandina şer û got:
“Divê malbatên şehîd û xaziyan neyên êşandin. Divê rondik û xwîn rawestin, ya girîng ev e.
Me bi eşkereyî daxwazên xwe, fikarên xwe, aliyên erênî û neyênî yên ku me dîtine û rexneyên xwe anîn ziman.
Eger em bi kurtî bêjin, helwesta me ya dîrokî ew e ku divê pêvajoyeke wiha di bin serokatî û çavdêriya parlamentoyê de bimeşe.
Di vê mijarê de ti gumanên me nînin.
Me diyar kir ku ji bo hemû gavên ku dê di pêvajoya pêş de bên avêtin, pêwîstî bi xebateke komîsyoneke xurt heye ku hemû partiyên siyasî yên li parlamentoyê tê de bin.
Me diyar kir ku lihevkirina civakî girîng e.”
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, şandeya navborî dê îro saet 13:00ê biçe serdana Partiya DEVAyê.
Serdana herî dawî ya şandeya DEM Partiyê dê saet 15:30î bi Partiya Yenîden Refayê re be û dê ji aliyê Serokê wê Fatîh Erbakan ve were pêşwazîkirin.
Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtîna li Îmraliyê biryar daye di çarçoveya pêvajoyê de biçe serdana aliyên siyasî û bi wan bişêwire.
Şandeya DEM Partiyê doh li Parlamentoya Tirkiyeyê, AK Partî, Serokê Partiya Paşerojê Ahmed Davutoglu û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan ziyaret kiribûn.
Tê gotin ku Heyeta Îmraliyê piştî van hevdîtin dê careke din bi Ocalan re hevdîtnê bike û naveroka hevdîtinên bi aliyên siyasî re, ji wî re pêşkêş bike.
Heyeta Îmraliyê û CHP civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 7, 2025
🛑 Serokê Giştî yê CHPyê #OzgurOzel piştî civînê got:
🎤 Em dê piştgiriyê bidin hemû gavên ji bo rawestandina xwînê
🎤 Divê pêvajo bi pêşengiya parlamentoyê berdewam bike
🎤 Divê malbatên şehîd û xaziyan neyên êşandin pic.twitter.com/zUzQGW4sCW
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse