Bihayê motorînê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê careke din giran dibe

05-07-2023
Zozan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi daketina lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî, nirxê sotemeniyê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê giran dibe. Herî dawî bihayê motorînê ji îşev û pêde careke din 87 quruşan giran dibe.

Li gor agahiyên ji aliyê çavkaniyên bazara sotemeniyê ve hatine belavkirin, ji şeva 5ê Temûza 2023an û pê de dê lîtreya motorînê li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 87 quruşan giran bibe.

Bi vê zêdebûnê dê lîtreya motorînê li Stenbolê bi 24,78 lîre, li Enqerê 25,23 lîre û li Îzmîrê jî bi 25,35 lîreyan bê firotin.

Herwiha bi vê giranbûnê ji piştî hilbijartinên 28ê Gulanê û heta niha motorîn %28 giran bûye.

Di heman demê de duh Sêşemê 4ê Temûza 2023an nirxê benzînê jî 2 lîre û 11 quruşan giran bûbû û gihiştibû 26 lîreyan.

Piştî vê zêdebûnê nirxê benzînê niha li Stenbolê 26 lîre û 19 quruş, li Enqerê 26 lîre 64 quruş û li Îzmirê jî 26 lîre û 76 quruş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst