Parêzer Hacibektaşoglu: AK Partî di mijara nûnertiya jinan de paş ket

05-05-2023
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Parêzer Hacibektaşoglu: AK Partî di mijara nûnertiya jinan de paş ket
Parêzer Hacibektaşoglu: AK Partî di mijara nûnertiya jinan de paş ket
Nîşan Pinar Hacibektaşoglu AKP Hilbijartin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Parêzer Pinar Hacibektaşoglu, “Rêjeya berê di sala 2015an de ji sedî 25 bû û hejmara jinên ku bi îhtimaleke mezin hatin hilbijartin jî gelekî zêde bû. Niha ji sedî 19 e û ji xwe li jêr asta cîhanê ye. Niha AK Partî li paş ket.”

Parêzer Pinar Hacibektaşoglu ya ku bû mêvana pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zana, li ser hilbijartin û proseya hilbijartinê nirxandin kirin.

Hacibektaşoglu di bersiva pirsa li ser rexneyên li AK Partiyê yên li ser mafên jinan de got, “Dema ku Erdogan biryara xwe ya derketina ji Peymana Stenbolê ragihand, me dizanibû ku ev mijar dê mezin bibe û AK Partî jî were rexnekirin.

Dema ku AK Partî hat ser desthilatdariyê, her kesî digot li pişt Erdogan jin hene. Zêdeyî nîvê endamên wê demê jin bûn. Erdogan jî ev rastî dît. Hem di nava partiya xwe de cih da jinan û hem jî di jiyana aborî de heta ku ji dest hat cih ji jinan re vekir.

Jinên Kurd û jinên ku serê wan girtîne, hemûyan xwe di nava AK Partiyê de dîtin. Dema axivîn, dîtin ku ev veguherî siyasetekê. Paşê rawestiya. Ev kengî çêbû?”

“Bandoreke derûnî ya Peymana Stenbolê hebû”

Pinar Hacibektaşoglu anî ziman, “AK Partî neçar ber bi polîtîkayên ewlehiyê ve çû. Dema ku li cîhanê populîzm bilind dibû, bayê ku ev populîzmê anîbû, bi vekişîna Erdogan a ji Peymana Stenbolê ya di vê mijarê de derket pêş.

Li Tirkiyê her roj jinek dihat kuştin lê ji sala 2011an û vir ve bi Peymana Stenbolê me dikarî sînordar bikin. Bandoreke derûnî ya Peymana Stenbolê hebû.”

“Niha AK Partî paş ketiye”

Parêzer Hacibektaşoglu li ser pirsa nûnertiya jinan a di AK Partiyê de got, “Rêjeya berê di sala 2015an de ji sedî 25 bû û hejmara jinên ku bi îhtimaleke mezin hatin hilbijartin jî gelekî zêde bû. Niha ji sedî 19 e û ji xwe li jêr asta cîhanê ye.

Niha AK Partî paş ket. Di vî warî de Partiya Çep a Kesk û HDP weke partiyeke jinan xuya dike.

Partiyeke ku di vê wateyê de hêza jinê kifş kiriye. Ji hêla din ve, ez ji hejmarê bêhtir bala xwe didim kalîteyê. Jinên ku bikarin çareseriya pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin bînin ziman, bang li girseyan dikin û wan razî dikin... Ji ber vê yekê ji bo min ne girîng e ku tenê jin bin. Ji zîhniyeta 'bila jin be bes e' re na.

Jin dikarin dadperwertir bin. Ew dikarin pirsgirêkan pir çêtir fam bikin. Yên ku pirsgirêkan dikişînin dizanin, ne yên ku pirsgirêkan derdixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst