Bangeşeya hilbijartina serokkomariyê di çarçoveya “teror û koçberan” de asê maye

24-05-2023
RÛDAW
Bangeşeya hilbijartina serokkomariyê di çarçoveya “teror û koçberan” de asê maye
Bangeşeya hilbijartina serokkomariyê di çarçoveya “teror û koçberan” de asê maye
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê, giraniya propagandaya her du hevpeymanên xwedî berbijêr tenê li ser du mijaran e ku ew jî “teror û koçber in”.

Bangeşeya aliyên siyasî yên ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyê, di çarçoveya teror û koçberan de asê maye. Rewş gihîştiye wê astê ku alîgirên Erdogan û Kiliçdaroglu hevdu tenê bi van her du mijaran tohmetbar dikin û bangeşeyê dikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, “Ez dixwazim li vê derê ji Amerîkaya ku hinek xalên bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê kirine hêlîna terorê dubare bêjim, bi destûra Xwedê em di 5 salên pêş me de li wê derê hêlîneke terorê jî nahêlin.”

Alîkarê Serokê AK Partiyê jî dibêje, terora li Rojhilata Navîn projeya dewletên emperyalîst e.

Alîkarê Serokê AK Partiyê Numan Kurtulmuş anî ziman, “Terora li Rojhilata Navîn, tenê ne karê rêxistinên terorê ye. Projeya dewletên emperyalîst e, ku dixwazin vê derê parçe û dabeş bikin. Li aliyekî Tayyip Erdoganê li dijî vê yekê derdikeve heye û Kiliçdarogluyê ji mijara terorê tênegihiştiye û dibêje ma rêxistina YPG-PYD dikare zerarê bide me, heye.”

Serokwekîlê Koma CHPê ya Parlamentoyê jî ragihand, ew dijayetiya koçberan nakin.

Serokwekîlê Koma CHPê ya Parlamentoyê Ozgur Ozel got, “Em ne dijminê Sûriyeyîyan e, em ne dijminê koçberan e, em ne dijminê kesên di bin parastina demkî de ne. Em li dijî wê siyasetê ne, ku dibe sedema koçberiyê. Em li dijî handana şerê navxweyî û rêz lê negirtina yekparçeyiya cîranê xwe û destwerdana karên navxweyî ne.”

Ji gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê re, ku dê 28ê Gulanê bê kirin tenê 4 roj mane, diyar e dê zimanê bangeşeya aliyan tundtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst