Hejmara kesên ku li derveyî Tirkiyê deng didin zêdetir dibe

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê, ku dê li nav Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 28ê Gulanê bê kirin, li derveyî welat milyonek û 835 hezar û 295 kesan deng dane.

Ji bo gera duyem a Hilbijartina Serokomariyê li nûnertiyên derve yên Tirkiyê û deriyên sînorî dengdayîn berdewam e.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) heta roja Çarşemê 24ê Gulanê demjimêr 18:00 li nûnertiyên derveyî welat û li deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 835 hezar û 295 kesan deng dane.

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî Tirkiyê dê 24ê Gulanê demjimêr 22:00an û li deriyên sînorî jî dê 28ê Gulanê demjimêr 17:00 bidawî bibe.

Di gera yekem a hilbijartina parlamentoyê û serokkomariyê de li derveyî welat û li deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 691 hezar û 287 kesan deng dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst