Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo kesên ku banga boykotê dikin bi hinceta “gotinên cûdakariyê û belavkirina van gotinan” lêpirsîn da destpêkirin.
Piştî daxûyaniya Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî ragihand ku derbarê kesên banga boykotê dikin lêpirsîn daye destpêkirin.
Xwendekarên zanîngehê li ser medyaya civakî belav kiribûn ku 2ê Nîsana 2025an ti berheman nakirin û naçin ti cihekî û bi vî awayî boykot dikin.
Her wiha Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî piştgirî dabû vê bangê û beşek ji civakî jî xwedî li vê bangê derketibû.
Di nav lîste lîsteya boykotê ya ya CHPyê de NTV, Star TV, Volkswagen, Xwaringeha Gunaydin û Nusret, EspressoLab, D&R, Îdefix, AVMa Demîroren, Mobîlyaya Kîlîm, Ulker, TRT, TGRT, Amûrên Malê yên Îhlasê, Weşanxaneya Turkuaz, Piyangoya Millî, misli.com, iddia.com, ETS Tur, DHA û ÎHA hene ku di bin banê Koma Doguşê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse