Omer Çelîk: Ozgur Ozel gefê li Tirkiyeyê dixwe

01-04-2025
RÛDAW
Nîşan Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk Boykot CHP Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê banga Serokê CHPyê Ozgur Ozel ya boykotê de got, “Ozgur Ozel gefê li Tirkiyeyê dixwe û dê tenê zererê bide xwe.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser banga Serokê CHPyê Ozgur Ozel peyamek belav kir.

Omer Çelîk di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir Ozgur Ozel ji bo serokatiya xwe biparêze jiyana aborî û civakî dike armanc û got:

“Karê siyasî yê ne baş ê Ozgur Ozel, di dîroka me ya siyasî de wekî fanatîzma siyasî û cudakariya civakî hatiye tomarkirin.”

Çelîk her wiha got, “Çalakiyên Ozgur Ozel  ên  ji bo zererdayîna destkeftiyên Tirkiyeyê tenê dê zererê bide şexsî wî.

Xeld dê vê siyaseta sexte û siyasetvanên êrişkar boykot bike.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew piştgiriyê dide boykota 2ê Nîsana 2025an ku ciwanan daye destpêkirin û banga beşdarbûnê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst