Hêvîdar Zana

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Zanîna çend zimanên giring û beşdariya wê di bizava siyasî de, paşxana rewşenbîrî ya Hêvîdar Zana pir bihêz kirine. Lewma ew bi awayekî pir serkeftî guftûgoyan bi rêve dibe û zanîna wê dibe sedem ku ew derbasî kûrahiya nûçe û bûyeran bibe.



Hêvîdar Zana

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Zanîna çend zimanên giring û beşdariya wê di bizava siyasî de, paşxana rewşenbîrî ya Hêvîdar Zana pir bihêz kirine. Lewma ew bi awayekî pir serkeftî guftûgoyan bi rêve dibe û zanîna wê dibe sedem ku ew derbasî kûrahiya nûçe û bûyeran bibe.



Jînname

Xwendina pîşeya rojnamevaniyê bi awayekî akademîk û ezmûn û şarezatiya wê di karê medya û ragihandinê de, bûne sedem ku Hêvîdar bibe xwediya şêweyeke taybet di pêşkêşkirina nûçeyan de.
Hêvîdar Zana sala 2014an ji Ewropa vegeriya Kurdistanê û li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir. Li Rûdawê navdariya medyayî ya Hêvîdar Zana pir berfireh bû. Ew bi xwe dibêje: “Min wek pêşkêşkar, peyamnêr, amadekara nûçeyan û bêjera nûçeyan kar kiribû û herwiha min pêşkêşkariya programên siyasî û civakî jî kiribû, lê ezmûna Rûdawê lûtkeya karê min ê medyayî ye.”
Zana bêtir guh dide zelaliya nûçeyan û veguhastina bûyeran bi awayekî ku her kes bikare ji wan fam bike. Bi awayekî berdewam jî hewl dide nûçeyên bultenên xwe sererast bike û agahî û zanyarî û bûyerên herî nû bigihîne ber destê guhdar û temaşevanan.


Hêvîdar Zana di dema karkirina xwe li Rûdawê, beşdarî rûmalkirina gelek bûyerên girîng bûye wek: Şerê DAIŞê 2014-2017, karesata Şingalê 2014, giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê di Îlona 2017an de, êrişên 16ê Cotmeha 2017an.
Herwiha li studyoyên Rûdawê li Amed û Stenbolê çend bûyerên girîng ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rûmal kirine wek: Hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê  di sala 2015an de, giştpirsiya guherandina destûra Tirkiyê di 16ê Nîsana 2017an de, hilbijartinên serokkomariyê li Tirkiyê di roja 24ê Hezîrana 2018an de, hilbijartina şaredariyan di 31ê Adara 2019an de.
Hêvîdar Zana sala 1976an li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 1995an de çû Ewropayê. Bi dirêjahiya 19 salan li welatên Beljîka, Holenda, Kosta Rîka û Almanyayê jiyaye.
Xwendina rojnamevaniyê li Holenda û Kosta Rîkayê xilas kiriye.
Ji sala 1993an ve dest bi karê ragihandinê kiriye. Li radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe, Med Tv û Kurdistan TV, radyoa SBS, kovara Nûdem û rojnameya Peyama Kurd de kar kiriye.
Ji xeynî zimanê dayikê, bi zimanên Holendî, Almanî, Îspanî û Tirkî jî dizane.
Hêvîdar Zana zewiciye û kurekî wê bi navê Robîn heye.