AK Partî: Bo çûna milyonek koçber amadehî hatine kirin

24-05-2023
RÛDAW
Aliyên siyasî bangeşeya xwe li ser dijayetiya koçberan dikin
Aliyên siyasî bangeşeya xwe li ser dijayetiya koçberan dikin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Bangeşe Hilbijartin Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê re tenê 4 roj mane, mijar û bangeşeya serekî ya hilbijartinê koçberên Sûrî ne. Derbarê koçberan de Alîkarê Serokê AK Partiyê Binali Yildirim dibêje: “Ev mijar tê mezinkirin û berovajîkirin, lê tevî hemû tiştî pêvajoyê destpê kiriye û bo çûna milyonek koçber amadehî hatine kirin.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kiliçdaroglu, di gera duyem de bingeha bangeşeya xwe li ser dijayetiya koçberan daniye.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Ez dizanim di vê mijara koçberan de giliyên zêde hene. Wiha nefikirin, ku tenê li Hatayê gilî hene. Li 81 bajarên Tirkiyê heman gilî hene. Desthilat dibêje, em koçberan naşînin. Hilbijartina li pêş me ji bo vê mijarê girîng e. Me plana paş de vegerandina koçberan amade kiriye, ku bi awayekî rûbirûyê nijadperestiyê nebin û paş de bêne vegerandin. Me weke serokên Hevpeymaniya Millet biryar da, herî dereng di nav du salan de em ê hemûyan bişînin welatên wan.”

Ligel tundbûna zimanê Hevpeymaniya Millet li dijî koçberan, zimanê Hevpeymaniya Cumhur jî ku desthilate diguhere. Alîkarê Serokê AK Partiyê Binali Yildirim, li bajarê Îzmirê di kombûna ligel sazî û rûsipiyên ji Bakurê Kurdistanê ragihand, plana paş de vegerandina koçberan amade kirine.

Alîkarê Serokê AK Partiyê Binali Yildirim got: “Koçber, ne tiştekî dilxwazî ye. Plana wan hat kirin, dê biçin. Lê dema çûn, divê tirsa wan a jiyanê nebe. Ew dê biçin, li vê derê namînin. Helbet em derfetên ku mafê welatiyên me ne, nadin wan, tiştekî wiha nîne. Ev mijar tê mezinkirin û berovajîkirin, lê tevî hemû tiştî pêvajoyê destpê kiriye û bo çûna milyonek koçber amadehî hatine kirin.”

Li gor amarên fermî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 milyon 411 hezar û 29 koçberên Sûriyeyî bi awayê “parastina demkî” hene, piraniya wan Li Stenbol, Dîlok û Rihayê ne. Herwiha 95 hezar koçberên Sûrî îqameya rûniştinê wergirtine û 230 hezar û 998 welatiyên Sûriyê jî mafê welatîbûna Tirkiyê wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst