Stenbol (Rûdaw) - Banga boykotê ya Serokê CHPyê bû sedema gelek karvedanan gelek rêxistin û sendîkayan piştgiriya xwe anîn ziman li aliyê din esnaf û dikandar jî dijî wî bangê derdikevin.
Nerazîbûnên ku piştî girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi çalakiyên cûrbecûr destpêkiribûn, vê carê bi boykotkirina kirîn, geşt, temaşekirin û rawestandina danûstaninê berdewam dike.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel banga boykota giştî kiribû.
Serdozgeriya Stenbolê bi tometa çandina kîn û kîndariyê di nava xelkê de lêpirsîn dijî wan kesan vekir ku banga boykotê kiribûn.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta ku li ser medya civakî banga boykotê kirine bi tawanê “Nefret û Cûdakariyê” derbarê 16 kesan de biryara desteserkirinê da.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de îro 11 kes hatin desteserkirin û yek ji wan lîstikvanekî navdar ê Tirkiyeyê ye.
Nêrînên xelkê li ser boykotê ne yek in.
Di nava xelkê û dikandaran de, alîgirên boykotê jî hene, dijberên wê jî.
Welatiyê bi navê Necmî Şavşat got, "Bi ya min ev biryareke di cîh de ye. Li hêla din çi dibe, her tim di derheqê me de lêpirsîn têne vekirin. Divê azadî hebe."
Welatiyê bi navê Melîk Oduncu jî got: "Bi ya min rast e û li hember aboriya me sabotaj heye.
Çima mirov rabe li hemberî dahata neteweyî boykotê bike Ez bixwe beşdarî van çalakiyan nabim û berovajî îro ez dê danûstandinê bikim."
Esnaf dijî boykotê derdikevin
Esnafê bi navê Ahmet Ustundag jî li boykotê got: "Ez bixwe di cî de nabînim. Eger siyaset be divê li parlamentyê bê kirin. Gunehê me esnafan çi ye.
Dibe ku her kes xwedî ramanekê be lê dema ku welatî neyên ji min dan û standinê nekin ez dê çi bikim? Divê ez kirêya xwe bidim, baca xwe bidim heqê karkerên xwe bidim."
Rayedarên hikûmetê boykotê wekî sabotaj û provakasyonê binav dikin
Rayedarên hikûmetê, wezîr vê vê protestoyê wekî sabotaja li hemberî esnaf û aboriya neteweyî dibînin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat jî bang li esnafan kir da bi hinceta ku zerêrê dibînin li hemberî wan kesên ku ew banga boykotê kirine derkevin û li giliyê wan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse