Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê bi merasîma Cejna Remezanê bi endamên din ên malbata xwe re hevdîtin pêk anîne.
Hat ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê, di çarçoveya Cejna Remezanê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kiriye.
Herwiha hat eşkerekirin ku Hamîlî Yildirim bi birayê xwe Polat Yildirim, Omer Hayrî Konar bi birayê xwe Alî Konar û Veysî Aktaş jî bi xwişka xwe Sabîha Aslan re bi boneya cejna Remezanê hevdîtin pêk anîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse