Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê zilamekî 70 salî piştî ku hevjîn û keça xwe kuştin, xwe jî kuşt.
Li taxa Cebeciyê ya navçeya Sultangaziyê îro piştî ku ji mala Hayrrettin K.yê 70 salî dengê guleyan hat, cîranên wî polîs ji rewşê agahdar kirin.
Dema polîs diçin ber derî kes derî venake û derî bi zorê tê vekirin û polîs derbasî hundir dibin.
Di nav malê de termên Hayrettçn K., hevjîna wî Hatîce K. ya 67 salî û keça wî Zelîha K. ya 46 salî hatin dîtin.
Tîmên tenduristiyê term birin morga Saziya Bijîşkayê ya Dadî ya Stenbolê.
Di encama lêkolînê de diyar bû ku pirsgirêkên derûnî yên Hayrettin K. hebûne û piştî ku bi tifingê hevjîn û keça xwe kuştiye bi heman tifingê xwe jî kuştiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse