Kongreya CHPyê dest pê kir: Dê serok û rêveberiya nû bên hilbijartin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê îro li Enqereyê dest pê kir.

38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê bi dirûşma "Di Sedsala Duyemîn de Kongreya Demokrasî û Yekîtiyê" li Enqereyê dest pê kir.

Kongre demjimêr 10:00an, li Salona Sporê ya Enqereyê dest pê kir.

Li gorî agahiyan, hezar û 367 delegeyên kongreyê yên ku ji 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûn Enqereyê dê serokê nû û rêveberiya nû yên partiyê hilbijêrin.

Di roja yekemîn a kongreyê de, dê serokê partiyê bê hilbijartin.

Di roja duyem de, dê endamên Meclîsa Partiyê ya ku ji 60 kesan pêk tê û endamên Lijneya Disîplîna Bilind a ku ji 15 kesan pêk tê bên diyarkirin.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel, endamê berê yê Meclîsa Partiyê Orsan Kunter Oymen û parlementerê berê Îlhan Cîhaner dê ji bo Serokatiya CHPyê rikeberiyê dikin.

Li gorî rêziknameya navxwe ya CHPyê, kesek ji bo ku bibe berbijêrê serokatiyê pêwîstiya wî/wê bi îmzeya 69 nûneran ango ji sedî 5ê delegeyan heye.

Ji bo hilbijartinên serokatiyê jî pêwîst e herî kêm dengên 684 delegeyan ango dengên herî zêde bê wergirtin.  

Li ser vexwendina Kiliçdaroglu, dê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu serokatiya kongreyê bike.

Kongreya berê ya CHPyê di 25-26ê Tîrmeha 2020ê de hatibû lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst