Serkeftina Erdogan di nava dengderên CHPê de bû sedema xemgîniyeke mezin

29-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Serkeftina Erdogan di nava dengderên CHPê de bû sedema xemgîniyeke mezin
Serkeftina Erdogan di nava dengderên CHPê de bû sedema xemgîniyeke mezin
Nîşan CHP Kemal Kiliçdaroglu ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartina gera diwemîn a serokomariyê de berbijêrê Hevpeymaniya Millet bi ser neket. Beriya ku encam bêne ragihandin dengderên wê hevpeymaniyê bi kelecan û coşeke zêde li benda ragihandina encaman bûn. Piştî ku eşkere bû Kemal Kiliçdaroglu biser neketiye, dengderên CHPê ên ku li pêşiya avahiya rêxistina Stenbolê ya partiya xwe kom bibûn, gelekî xemgîn bûn, ew dibêjin, ev encam ji bo siberoja wan, zarok û neviyên wan ne baş bû.

Şeva 28ê Gulanê bi kelecan û coşeke zêde hemû kes li benda encamên gera duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bûn, lê li gor encaman berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu biser nekit.

Xanenîşîn Necati Kandemir got “Gelekî xemgîn im. Ez difikirim ku welatê me ber bi taritiyekê ve diçe. Ji bo siberoja me, zarok û neviyên me ne baş bû.”

Parêzer Melis Asya Bozeli dibêje “Rewşeke ne baş e. Lê em alîgirên CHPê ne. Ji dema ku ez jidayik bûme hikûmeta Erdogan li ser desthilatê ye. Em qet gav paş de navêjin. Îro em xemgîn in lê sibê em dê li ser karê xwe bin.”

Her çiqas alîgirên Kiliçdaroglu xemgîniya xwe tînin ziman, lê bi biryarbûna xwe jî diyar dikin ku dê karê xwe berdewam bikin lê encamên derketine jî wek metirsiyekê bo siberoja Tirkiyê dibînin.

Mamoste Sena Aykut diyar kir “Xemgîniyek heye lê em ciwan in û hê jî hêviya me heye. Em dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin û bi hêviya serkeftinê em dê karê xwe bikin.”

Pisporê Peywendiyên Navdewletî Bugra Iyimaya ragihand “Di nav du hefteyên dawî de me zêdetir derfet dît lihev helal bikin û behsa polîtîkayên xwe bikin. Lê diyar e têr nekiriye û tê wateya ku me xwe bo dengderan baş nedaye naskirin.”

Gera duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê 28ê Gulana 2023an hat kirin û li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan zêdeyî %52ê deng bidest xistin û bû 13emin serokkomarê Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst