Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî nirxê sotemeniyê jî her ku diçe zêde dibe û îro nirxê lîtreyeke benzînê bi qasî 2 lîre 11 quruşan giran bû.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji îro 4ê Temûza 2023an û pê ve nirxê benzînê bi zêdebûna 2 lîre û 11 quruşan derket zêdeyî 26 lîreyan.
Piştî vê zêdebûnê, nirxê benzînê li Stenbolê 26 lîre û 19 quruş, li Enqerê 26 lîre 64 quruş û li Îzmirê jî dibe 26 lîre û 76 quruş.
Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê, 1 dolarê Amerîkî bi 19.60 lîreyên Tirkî bû û berî gera duyem a hilbijartinê 28ê Gulanê jî derketibû 19.98 lîreyan, lê di 26ê Hezîranê de 1 dolarê Amerîkî 26 lîreyên Tirkî derbas kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse