Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya şervaneke YPJyê îfade da

04-02-2025
RÛDAW
Nîşan Melîsa Sozen Le Bureau des Légendes YPJ Îfade
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya di rêzefilma navdar a Le Bureau des Légendesê de îfade da.

Aktrîsa navdar Melîsa Sozen di sezona sêyemîn a rêzefîlma "Le Bureau des Légendes"ê de rola sereke lîst.

Melîsa Sozen di rêzefîlmê de rola şervaneke Yekîneyên Paristan Jinan (YPJ) ya bi navê “Esrîn” dilîze.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Melîsa Sozen dema hatiye Tirkiyeyê li Balafirxaneya Stenbolê hatiye desteserkirin.

Sozenê ji ber rola xwe ya vê rêzefîlmê bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" îfade da.

Melîsa Sozen Tîrmeha 1985an li Stenbolê ji dayîk bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst