Şervanên YPJyê jineke Kurd a Êzidî rizgar kir

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Jineke Kurda Êzidî Kampa Holê Kovan Îdo Xortoyê YPJ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kampa Holê ya li Hesekê jineke Kurd a Êzidî rizgar kir.

Li Kampa Holê bi beşdariya şervanên YPJ, HSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ev 9 roj in li nava Kampa Holê ya li Hesekê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê berdewam dike.

YPJyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û ragihand ku şervanên wan li Kampa Holê jina Kurd a Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto rizgar kir.

Li gorî daxuyaniyê Kovan Îdo Xorto ji gundê Herdanê yê Şengalê ye.

Ew dayîka du zarokan e, ji sala 2019an ve li Kampa Holê dima.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, hîn jî çend jinên Kurdên Êzidî yên ji Şingalê li nava kampê hene lê newêrin xwe bi hêzên asayîşê bidin naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst