Li Stenbolê 9 kes bi hinceta PKKê hatin desteserkirin

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiye di oparasyonekê de bi hinceta PKK/KCKê 9 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatîn belavkirin, Îro 1ê Tîrmehê 2023an li ser bingeha lêpirsîna ji aliyê Serdozgerya Komarê ya Stenbolê ve hat despêkirin, tîmên Baroya Lêpirsîna Tawanên Terorê û Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya ser bi Navenda Ewlekariyê ya Stenbol bi hinceta ku ji bo “rêxistinên PKK/KCK, YPG/PYDê kar kirine” bo desteserkirina 13 kesî dest bi oparasyonê kirine.

Di encama oparasyona ku li 10 navçeyên Stenbolê hat despêkirin de, polîsan hevdem bi ser 13 malan de girtine û 9 kes desteser kirin.

Tê gotin, lêgerîna li kesên din yên ku biryara desteserkirina wan heye jî berdewam dike.

Lê derbarê nasnameya kesên hatîn desteserkirin de ti agahî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst