Berbijêriya Başak Demirtaşê kengê diyar dibe?

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Başak Demîrtaş Şaredariya Stenbolê Hilbijartinên Şaredariyan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûadw) - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dê 10ê Sibata 2024an di civîna komîsyona hilbijartinê de biryarê li ser berbijêrên Stenbolê dide.

Bi egereke mezin tê çaverêkirin hevjîna siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş bibe berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê.

Di van rojan de yek ji rojevên herî germ a siyaseta Tirkiyeyê berbijêriya Başak Demirtaşê ya Stenbolê ye.

Çavê hemû partiyan li ser biryara DEM Partiyê ye.

CHP piştgiriyê dixwaze

Hevdîtinên di navbera DEM Partî û CHPyê de yên ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024an berdewam dikin.

CHP weke hilbijartinên 2019an ji DEM Partiyê dixwaze ku li bajarên mezin ên Tirkiyê yên weke Stenbol, Enqere, Îzmir, Mêrsîn û Edenê piştgiriya berbijêrên CHPyê bike.

Lê DEM Partiyê dibêje vê carê bêberamber deng nade berbijêrên CHPê.

Heta niha ji hevdîtinên her du partiyan lihevkirinek derneket.

“CHP amade ye berbijêrên DEM Partiyê nîşan bide”

Li gorî kulîsên nepiştraskirî, CHP bi şertê ku di nav rêzên CHPyê de bimînin amade ye li du navçeyên Stenbolê berbijêrên DEM Partiyê nîşan bide.

Seroka Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyigit roja 31ê Kanûna Paşîna 2024an ragihand, “Em daxuyaniya birêz Başak Demirtaş a berijêriyê wek serlêdana fermî qebûl dikin.”

DEM Partî dê berbijêrên xwe piştî civîna rêveberiya partiyê ya 3ê Sibatê û civîna komîsyona hilbijartinê ya 10ê Sibatê diyar bike.

Li Stenbolê du bijarde li pêş DEM Partiyê hene, yek bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibe û bijardeya duyem jî hevpeymaniya ligel CHPê ye.

Heta 10ê Sibatê DEM Partî dê biryarekê bide.

Di nav raya giştî ya Kurdan de ji bo berbijêriya Başak Demirtaş daxwaz û zexteke zêde heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst