Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihanku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Kurdên li Sûriyeyê ji Îsraîlê alîkarî xwestiye.
Di van demên dawî de rayedarên Îsraîlê di van demên dawî piştgiriyên xwe ji Kurdan re radigihînin.
Bi taybetî piştî ku rejîma Beşar Esed ji aliyê komên çekdar ve hat rûxandin bipêşketinên li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve ji nêzik ve tê şopandin.
Piştî rûxandina rejîma Esad û ketina Sûriyeyê ya bin kontrola komên çekdar ên Îslamî çapemeniya Îsraîlê îdiayên balkêş kirin.
"Îsraîl ji bo parastina Kurdan dixebite"
Rojnameya The Jarusalem Post a Îsraîlê di nûçeya xwe ya bi sernava "Nûnerên Kurdên Sûriyeyê serî li rayedarên Îsraîlî daye û ji wan daxwaza alîkarî û parastinê kirine" de diyar kir ku komên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya bi piştgiriya Tirkiyeyê li Minbicê li hemberê hêzên Kurdî dest bi êrişê kiriye û got:
"Îsraîla ku civaka Kurd wekî pêkhateyeke dost û rojavayî dibîne, li Sûriyeyê di realîteya nû ya ku derketiye holê de ji bo pêkanîna ewlehiya Kurdan ji destpêka tevgera heyî ve bi welatên rojavayê re dixebite."
Her wiha di nûçeyê de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di van demên dawî de bi hevtayên xwe yên Amerîkî û Ewropî re çend hevdîtin pêk anîn û tekez kiriye ku divê pitgiriya Kurdan bê kirin û wiha pê de çû:
"Wezîrê Karên Derve Gideon Saar li Maltayê beşdarî konferansa wezîrên karên derve bû û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayî Antony Blinken jî di nave hevtayên xwe re civiyabû, roja yekşemê jî bi hevtayê xwe yê Brîtany David Lammu re civiyabû.
Saar him di hevdîtinên xwe yên li Maltayê de him jî di hevdîtina xwe ya bi Lammy re de peyama ku da, divê civaka navneteweyî li hemberî êrişên îslamîstên tundrew ewlehiya Kurdan biparêze."
Ji aliyê din ve Allisrailnews jî di manşeta xwe de cîh da daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê yên di vê mijarê de.
Allisrailnewsê di sernava xwe ya bi navê "Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Saar bangî cîhanê kir ku divê li hemberî êrişên Tirkiyeyê Kurdên Sûriyeyê bên parastin"de ragihand ku Gideon Saar di konferansa rojnamegeriyê de komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeye yên li Minbicê êrişî Hêzên Kurdî kiribûn şermezar kiribû û wiha gotibû:
"Civaka navneteweyî li hemberî wan mêrxasan berpirsiyar e"
Gideon Saar di axaftina xwe de behsa kêmneteweyên li Sûriyeyê û parastina wan kir û got:
"Min tekezî li ser giringiya parastina kêmneteweyên li Sûriyeyê kir.
Wekî ku me doh li Minbicê dît divê êrişên li ser Kurdan bên rawestandin!
Em bi hevalên xwe yên li hikûmeta Amerîkayê û welatên din re li ser vê yekê diaxivin.
Berpirsiyariya civaka navneteweyî li hemberî wan kesan heye ku wan bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kiriye û li Sûriyeyê jî faktoreke aramkirinê ne."
Piştî bangên Gideon Saar, Siyasetmedar û wezîra berê ya Îsraîlê Ayelet Shakedê got, “Divê Amerika û Îsraîl piştgiriyê bidin Kurdan."
Her wiha di nûçeyê de hat ragihandin, "Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îsraîlê, nûnerên Kurdên Sûriyeyê vê dawiyê ji bo alîkarî û parastinê bi rayedarên Îsraîlî re têkilî danîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse