Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew dixwaze pêşiya çêkirina çekên nukleerî yên Îranê bigire.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, eger Amerîka cidî be derfet heye ku peymaneke nukleerî îmze bikin.
Ev daxuyanî di demekê de tên dayîn ku biryar e sibe li Romaya paytexta Îtalyayê şandeyên her du welatên ji bo gotûbêjan li ser peymaneke nû ya nukleerî li hev kom bibin.
Trump gef xwariye ku eger Tehran bi sînordarkirina bernameya xwe ya nukleerî razî nebe, ew dê êrişeke leşkerî dijî Îranê bide destpêkirin.
Serokê Amerîkayê Trump îro bi israr got, "Ez dixwazim pêşiya Îranê bigirim, bi awayekî pir hêsan da ku ew nikaribe çekên nukleerî çêbike.
Divê ew nebin xwedî çekên nukleerî. Ez dixwazim Îraneke mezin û bipêşketî û bêhempa hebe."
Beriya vê Eraqçî li Moskowê bi Sergey Lavrov hevtayê xwe yê Rûsyayê re civiya û di konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar de li ser danûstandinan bi Amerîkayê re got, "Eger ew xwedî niyeteke cidî bin û daxwazên nerasteqîn (Neyên cih) pêşkêş nekin, em dikarin lihevkirinekê bikin."
Eraqçî amaje pê kir ku di gera yekem a gotûbêjan de ku şemiya borî li Umanê lidar ket, Îranê hest kiriye ku Amerîka di danûstandinan de rijd e.
Berpirsekî payebilind ê Îranê roja înê diyar kir ku di gotûbêjên şemiya borî de Îranê ji Amerîkayê re ragihandiye ku ew amade ye bernameya xwe ya nukleerî sînordar bike.
Mercê Îranê ew e ku Washington garantiyên xurt bide ku ew careke din ji peymanê venakişe.
Li Moskowê, Lavrov behs kir ku Rûsya amade ye bibe alîkar da ku weke navbeynkarekî di berjewendiya Îran û Amerîkayê de rol bilîze.
Rûsya ku li Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwedî mafê vetoyê ye, di gotûbêjên salên borî li ser bernameya nukleerî ya Îranê de xwedî roleke diyar bûye.
Her wiha yek ji îmzekarên wê peymana nukleerî bûye ku sala 2015an hat îmzekirin û sala 2018an Trump bi awayekî yekalî Amerîka jê vekişand.
Rêberê Îranê Elî Xamineyî bi rêya Eraqçî nameyekê gihand Serokê Rûsyayê Vladimir Putin da ku Kremlin ji danûstandinan agahdar bike.
Li gorî medyaya Îranê, biryar e Eraqçî di çend rojên pêş de serdana Çînê jî bike û li gel hevtayê xwe yê Çînê jî bijive.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro ragihand ku Amerîka dixwaze çareseriyeke aştiyane bi Îranê re bibîne lê ti carî razî nabe ku ew çekên nukleerî çêbike.
Wezîr roja pêncşemê li Parîsê, daxwaz ji hevpeymanên Ewropî kir ku bi rêya hiştina dorpêçan li ser Îranê, zextê lê bikin da ku bi sînordarkirina bernameya xwe ya nukleerî razî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse