Hemas: Eger şer were rawestandin em dê dîlan berdin

18-04-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Xeze Îsraîl Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Hemasê ragihand ku bi şertê ku Îsraîl şer rawestîne û girtiyên Filistînî berde ew amade ne hemû dîlan berdin.

Berpirsê Tevgera Hemasê yê Xezeyê Xelîl Heya ku serokê tîma dan û standinan e jî ragihand, Hemas êdî bi agirbesteke demkî razî nabe.

Xelîl Heya amaje bi wê yekê kir ku ew amade ne “dan û standinana paketeke giştgîr” bikin ku hemû dîlan berdin û li hember jî şer were rawestandin û Îsraîl jî girtiyên Filistînî berde.

Xelîl Heya, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, tawanbar kir û diyar kir ku “rêkeftina demkî ji bo bipêşxistina bernameya xwe ya siyasî bi kar tîne”.

Misir û Qeter di hewlên xwe yên ji bo agirbestekê li Xezeyê de berdewam in lê heta niha ti bipêşketin di guftûgoyan de çênebûne û her du alî hev tawanbar dikin.

Berdevkê Konseya Ewlehiyê ya Amerîkayê James Hewitt da zanîn:

 “Daxuyaniyên Hemasê nîşan didin ku ew ne li pey aştiyê ne, li pey tundûtûjiyê ne.

Ew mercên ku ji aliyê îdareya Trump ve hatine danîn neguherîne, dîlan berdin an jî rûbirûyî dojehê bibin.”

Gera dawî ya guftûgoyan roja 14ê vê mehê bû û li Qahîreyê bi rê ve çû lê li gorî çend çavkaniyên Filistînî û Misirî, ti bipêşketin çênebûne.

Heman rojê Hemasê ragihand ku pêşniyareke nû ji aliyê Îsraîlê ve ji bo ragihandina agirbestê gihiştiye destê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst