Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got, "Divê êrişên li ser Kurdan bên rawestandin û civaka navneteweyî li hemberî wan mêrxasan berpirsiyar e."
Tehrîr El Şamê doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî vê yekê grûpên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê bi taybetî li Minbicê bi piştgirya Tirkiyeyê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.
Tirkiye hewl dide Minbicê ji konrola Rêveberiya Xweser derxe û ji ber vê yekê şer û pevçûnên giran derdikevin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de rewşa Sûriyeyê û êrişên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî nirxandin.
"Civaka navneteweyî li hemberî wan mêrxasan berpirsiyar e"
Gideon Saar di axaftina xwe de behsa kêmneteweyên li Sûriyeyê û parastina wan kir û got:
"Min tekezî li ser giringiya parastina kêmneteweyên li Sûriyeyê kir.
Wekî ku me doh li Minbicê dît divê êrişên li ser Kurdan bên rawestandin!
Em bi hevalên xwe yên li hikûmeta Amerîkayê û welatên din re li ser vê yekê diaxivin.
Berpirsiyariya civaka navneteweyî li hemberî wan kesan heye ku wan bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kiriye û li Sûriyeyê jî faktoreke aramkirinê ne."
In a briefing to foreign press this morning at the Ministry of Foreign Affairs, I emphasized the importance of protecting minorities in Syria. The attacks on the Kurds, as we saw yesterday in Manbij, must stop! We are discussing this with our friends in the U.S. administration… pic.twitter.com/YU7fxUbHf6
— Gideon Sa'ar | גדעון סער (@gidonsaar) December 9, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse