Artêşa Îsraîlê: Me li başûrê Libnanê fermandarekî Hizbulahê kuşt

20-04-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îsraîl û Hizbulaha Libnanê Artêşa Îsraîlê Şerê Hemas û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê fermandarekî tevgera Hizbulaha Libnanê li navçeya Kevseryet Seyyadê li başûrê Libnanê kuştiye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê Alîkarê Fermandarê Yekîneya 4400an û berpirsiyarê birina çekan Husên Elî Nesr kiriye armanc.

Li gorî gotina artêşa Îsraîlê, Husên Elî Nesr bi hevkariya Îranê bi awayekî qaçax çek û pere derbasî Libnanê dikir da ku Hizbulah ji aliyê leşkerî ve bihêztir bibe.

Artêşa Îsraîlê di berdewamiyê jî de got, "Husên Elî Nesr bi beşek ji karmendên Balafirgeha Beyrûtê re bi nihênî kar kiriye da ku karê xwe bi rê ve bibe."

Artêşa Îsraîlê di meha Çiriya Pêşîn a 2024an de ragihand ku wê Berpirsê Yekîneya 4400an a Hizbulahê Mihemed Cefer Qesîr li Beyrûtê kuştiye.

Piştî çend hefteyan jî eşkere kir ku wê Alîkarê Mihemed Cefer Qesîr, Elî Hesen Xerîb li Şamê kuştiye.

Piştî Hemasê di 7ê Çiriya Paşîn a 2023yan de êrişî Îsraîlê kir Hizbulaha Libnanê jî dijî Îsraîlê eniyeke şer vekir û bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Li beramberî êrişên Hizbulahê Îsraîlê başûrê Libnanê bi tundî bombebaran kir û derbeyên giran li Hizbulahê da.

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah jî di nav de bi dehan berpirs û fermandarên Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst