
Xalid Bin Selman ji aliyê Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî ve hat pêşwazîkirin / Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman ji bo hevdîtinên bi rayedarên payebilind re çû Tehrana paytexta Îranê.
Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman bi şandeya xwe re gihîşt Tehranê û ji aliyê Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî ve hat pêşwazîkirin.
Xalid Bin Selman li Tehranê bi Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî û rayedarên payebilind ên siyasî û ewlehiyê yên Îranê re civiya.
Serdana Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî di demekê de bû 30 sal in rayedarekî payebilind ê Erebistana Siûdî neçûbû Îranê.
30 sal in rayedarekî payebilind ê Erebistana Siûdî neçûbû Îranê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 17, 2025
Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman li Tehranê ji aliyê Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî ve hat pêşwazîkirin pic.twitter.com/wV7mTepzMm
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse