Ji Sûriyeyê 2 mûşek avêtin Îsraîlê

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 mûşek ji axa Sûriyeyê hatine avêtin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Îsraîlê, ji ber roketên ku ji axa Sûriyeyê hatine avêtin li Girên Golanê sîren pê ketine.

Herwiha hat diyar kirin ku artêşa Îsraîlê bi topan bersiva êrişê daye.

Êrişî baregehên Amarîkayê yên li Sûriyeyê kirine

Li gorî çavkaniyên xwecihî hatine girtin, bi awayekî hemwext êrişî baregehên Amarîkayê yên li kêlgeha petrolê ya Omer a li Dêrezorê û navçeya Şeddadî ya bajarê Hasekê kirin.

Hat ragihandin ku di êrişê de mûşek li derdora baregehan ketine.

Li aliyê din, der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatine bidestxisitin.

Herwiha doh sibehê jî bi 3 dronan hewl hatibû dayîn ku êrişî binkeya Amerîkayê ya Tenefê ya li başûrê Sûriyeyê bikin.

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi droneke ku nayê zanîn a kîjan welatî ye êrişî binkeya Amerêkayê ya Rûbaryayê hatibû kirin.

Grûpên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, car caran bi roket û dronan êrişî binkeyên Amerîkayê yên li Dêrezorê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst