Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê ragihand ku di êrişa Amerîkayê ya li ser Lîmana Ras Îsayê ya Hudeydeyê de 38 kes mirine.
Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, da zanîn ku hêzên hewayî yên Amerîkayê êrişî Lîmana Ras Îsayê ya li bajarê Hudeydeyê yê li rojavayê welêt kiriye.
Li gorî nûçeya ku di televîzyona El-Mesîreyê ya Hûsiyan de hat belavkirin, balafirên şer ên Amerîkayê du caran êrişî Lîmana Ras Îsayê ya li navçeya Es-Salîfê ya bajarê Hudeydeyê kiriye.
Nûçeyê got, di êrişê de 38 kesên ku di nav wan de xebatkarên tenduristiyê jî hene mirine û 102 kes jî birîndar bûne.
Tîmên parastinê yên sivîl, hewlên xwe yên ji bo vemirandina agirê ku piştî êrişê li lîmanê derketiye û hewlên ji bo rizgarkirina birîndaran didomînin.
Êrişên hewayî yên li ser Yemenê
Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê de ragihandibû, wan 4 roj dem daye Îsraîlê da ku rê veke ji bo alîkarî herin Xezeyê yan na ew dê dîsa dest bi operasyonên xwe yên deryayî yên li hemberî Îsraîlê bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniya xwe ya 15ê Adarê de li ser platforma Truth Socialê daxuyand ku wî ferman daye artêşê da ku li ser Hûsiyên Yemenê dest bi "êrişeke mezin" bike.
Rêberê Hûsiyan Abdulmelîk el-Hûsî jî ragihandibû ku balafir û keştiyên şer ên Amerîkayê dê bibin hedefên Hûsiyan.
Abdulmelîk el-Hûsî anîbû zimên, heta ku Amerîka êrişên xwe bidomîne dê astengiyên li ser geşta deryayî Washingtonê jî li xwe bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse