Li Keleha Xarpêtê midbexeke hezar salî hat dîtin

26-08-2023
RÛDAW
Li gorî texmîna wan ew midbex heta sala 1860î hatiye bikaranîn
Li gorî texmîna wan ew midbex heta sala 1860î hatiye bikaranîn
Nîşan Keleha Xarpêtê Midbex Şûnwar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Midbexek li Keleha dîrokî ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê hat dîtin ku dîroka wê vedigere beriya 1000 salî.

Li Keleha Xarpêtê ya Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ye xebatên vekolînê berdewam in.

Di encama xebatên kolanê de midbexeke hezar salî hat dîtin.

Di wê medbexê de xwarin ji bo mîr û xatûnên kelehê û berpirsên wê serdemê dihat çêkirin.

Herweha firax û kûzên wê demê û hestiyên ajelan jî tê de hatine dîtin.

Berpirsên kolana Keleha Xarpêtê got, wan gelek firax û kelûpelên din ên serdemên Bîzans, Artukî, Selçukî û Osmaniyan jî dîtine.

“Midbex heta sala 1860î hatiye bikaranîn”

Serokê Kolana Keleha Xarpêtê Prof. Dr. Îsmail Aytaç got diyar ku beşa midbexê ya Keleha Xarpêtê ku dîtiye nêzîkî hezar salî ye û got:

“Me firax û kelûpelên din ên serdema Bîzans û mîrektiyên Artuklu û Selçuklu û serdema Osmaniyan dîtin. Li gor texmîna me ev midbex heta 1860î hatiye bikaranîn.”

Di nav midbexê de firax û kûzên wê demê û hestiyên ajelan hatin dîtin.

Prof. Dr. Îsmail Aytaç herwiha da zanîn ku li vê derê 8 tenûr û 2 beşên xwelîdank hatine dîtin û got:

“Yên ku di nav hev de ne hene. Di nav van de hestiyên ajelên biçûk û mezin hatin dîtin.”

Li Keleha Xarpêtê heta salên 1860î jiyan berdewam bû lê bi avakirina bajarê nû re li nêzîkê kelehê xelk ji kelehê derketin û li bajarê nû bi cih bûn.

“Bajar sînorê Kurdistanê ye”

Seyyahê mezin ê Tirk Ewliya Çelebî ji bo bajarê dîrokî yê Xarpêtê dibêje, bajar sînorê Kurdistanê ye, av û hewaya wî gelekî xweş e û hemû niştecihên wî Kurd û Ermenî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst