Keleha Xarpêtê: Herêmeke pîşesaziyê ya hezar salî hat dîtin

30-08-2024
RÛDAW
Herêmeke pîşesaziyê ya hezar salî hat dîtin/Wêne: AA
Herêmeke pîşesaziyê ya hezar salî hat dîtin/Wêne: AA
Nîşan Keleha Xarpêtê Herêma Pîşesaziyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xebatên kolandinê yên ku li Keleha Xarpêtê ku sala 2021ê dest pê kiribûn berdewam in.

Di kolandinên nû de herêmeke pîşesaziyê ya hezar salî ya Serdema Navîn û Serdema Nêzîk hat tesbîtkirin.

Serokê Tîma Kolandina Keleha Xarpêtê Îsmaîl Aytaç got:

“Li Keleha Xarpêtê di beşa navbera her du bircên li sûrên rojava de me herêma pîşesaziyê tesbît kir ku herî kêm hezar salî ye.”

Di vê herêma pîşesaziyê de kargehên hesin, tenûrên helandina madenan, serên tîr û riman, bizmar, nal û kelûpelên hesin ên midbexan hatine dîtin.

Serokê Tîma Kolandina Keleha Xarpêtê Îsmail Aytaç her wiha anî ziman:

“Di nav kelehan de bi taybetî di dema şeran de kelûpelên stratejîk gelekî girîng bûn.

Me di Keleha Xarpêtê de cihê wan derxist holê.”

Herêma pîşesaziyê dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe yekem cihê şûnwarê pîşesaziyê û ji geştyaran re were vekirin.

Kolandinên li Keleha Xarpêtê berdewam in û serokê kolandinê diyar kir ku ew çaverê dikin li nêzîkî bazara pîşesaziyê cebilxaneya kelehê jî were tesbîtkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst