Mesrûr Barzanî: Divê Hikûmeta Îraqê helwesteke rasteqîn nîşanî êrişên li ser Hewlêrê bide

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Êriş Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, êrişa li hemberî hêzên Pêşmergeyan şermezar kir û got, “Pêwîst e Hikûmeta Îraqê li hemberî êrişê helwesteke rasteqîn nîşa bide.”

Şeva borî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi 2 dronan êrişî hêzeke Pêşmergeyan hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî êrişê daxuyanî da.

Serokwezîr di daxuyaniya xwe de êrişa hêzên neyasayî şermezar kir.

“Em van lîstikan baş dizanin”

Mesrûr Barzanî di daxuyaniyê de wiha axivî:

“Li pişt van êrişan hêzên neyasayî hene û em van lîstikan baş dizanin.

Mafê me jî heye ku em gelê xwe biparêzin.”

Barzanî ji bo astengkirina êrişan bangî Hikûmeta Îraqê kir û got:

“Pêwîst e êrişa li dijî Herêma Kurdistanê wekî êrişeke li dijî hemû Îraqê were dîtin.

Pêwîst e helwesteke rasteqîn were nîşandan û bersiva êrişan were dayîn.

Ji ber ku bêdengmayîn dê milîsan teşwîqî êrişan bike.”

“Pere û çekên dewletê bi kar tînin”

Serokwezî di axaftina xwe de bêyî ku navê hêzên ku êriş kirine eşkere bike got:

“Ji bo ku welêt bêîstiqrar bikin, şer û pevçûnan derxin pere û çekên dewletê bi kar tînin.”

Barzanî ji bo astengkirina êrişan, kontrolkirina cihê êrişê û cezakirina grûpan bangî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Êrişa li dijî Pêşmergeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku li navçeya Pîrmama Hewlêrê şeva borî saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir lê ti ziyanên canî çênebûne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha anî ziman:

“Ev êrişa terorîstî ya hêzeke neyasayî bi alîkariya caş û hevkarên wan li ser baregeha Pêşmergeyan, metirsîdar e û şerfiroşî ye.

Em wan aliyan û hikûmeta federal ji van êrişên tirsonek berpirsyar dibînin, ji ber ku ev komên derqanûnî ji aliyê hikûmeta federal ve tên fînansekirin û çekdarkirin û çek, mûşek û dronan vediguhêzin û êrişên terorîstî li saziyên fermî û leşkerî dikin.”

Berpirsê êrişê kî ye?

Grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê ya nêzîkî Îranê ye ragihand ku wan şeva borî li Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê êrişek pêk aniye.

Rayedarên Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê daxuyaniya grûpê red kir.

Li aliyê din heta niha ti grûp an hêzekê êrişa li dijî Pêşmergeyan li ser xwe negirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst