Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Dohaya paytexta Qeterê û li gel Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî re civiya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Mesrûr Barzanî gihîşt Dohayê û li gel Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de pêşhatên dawî yên Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin û li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de dan û standina bîr û ramanan hat kirin.
Mesrûr Barzanî jî ji ser hesabê xwe yê Xê behsa hevdîtina bi Şêx Mihemed bin Ebdulrehnan El Sanî got:
“Îro bi serdaneke fermî gihîştim Dohayê û ez kêfxweş im ku bi Serokwezîr Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî re hevdîtinê dikim.
Her wiha pêşhatên dawî yên li Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin û li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Qeterê de dan û standina bîr û ramanan hat kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse