Mesrûr Barzanî li ser êrişa li baregeha Amerîkayê daxuyanî da

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Urdin Amerîka Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrişa dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê bi tundî şermezar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişa dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de êriş wekî êrişeke “tirsonek”î bi nav kir û hevxemiya xwe ya ji malbatên serbazên ku canê xwe ji dest daye re ragihand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî anî ziman:

“Ez êrişa tirsonek a doh a li dijî hêzên Amerîkî li Urdunê bi tundî şermezar dikim.

Di vê dema dijwar de ez hevxemê hikûmet û gelê Amerîkayê me.”

Doh di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşker Amerîkayê canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Biden soza tolhildanê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrişa dronî ya Berxwedana Îslamî ya Îraqê komên soza tolhildanê da.

Biden di daxuyaniya xwe de got, “Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”

Koma Şîe ya ser bi Îranê ve ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve heta niha zêdetirî 150 êrişî li dijî baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst