Urmiye - 22 Azerî hatin desteserkirin

24-03-2025
RÛDAW
22yê Adarê komeke Azeriyan Kurd tehdîd kiribûn\ Wêne: Arşîv
22yê Adarê komeke Azeriyan Kurd tehdîd kiribûn\ Wêne: Arşîv
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Kurd Azerî
A+ A-

Hewlêr – Li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê 22 Azeriyên gef û tehdît li Kurdan dixwarin hatin desteserkirin

Birêvebiriya Polîsê Parêzgeha Urmiyeê îro duşemê ragihand ku 22 kesên ku di merasîma şînê ya Îmam Elî de gef li Kurdan xwarine û bê rêzî li wan kirine hatine desteserkirin.

Rehîm Cîhanbexş dib hin aliyan hewl dane bi belavkirina bangawaz û handana xelkê Urmiyeyê, merasîmên matemgêriyê ji bo armancên xwe bi kar bînin.

Cîhanbexş da zanîn ku armanca wan ew bû ku nakokiyan belav bikin û bêrêziyê li gelên din bikin.

Li gorî gotina Birêvebirê Polîsê Urmiyeyê ew dê li dijî wan kesên ku dijî yekrêziya niştimanî û ewlehiya civakî tevdigerin rawestin.

Rehîm Cîhanbexş da zanîn ku ew dê rê nedin planên welatên din ku bêrêzî li pêkhateyên cuda yên Urmiyeyê were kirin.

Roja şemiyê 22ê Adarê, hejmareke ji Azeriyan ku beşdarî merasîmên şînê yên ji bo şehîdbûna Îmam Elî li Urmiyeyê bûn dijî Kurdan dirûşm dan û bi daran daketin kolanan.

Ew ji wê rewşê nerazî bûn ku çalakvanên Kurd di 18ê vê mehê de li bajarê Urmiyê ahengeke mezin a Newrozê bi beşdariya bi dehan hezar kesan li dar xistibûn.

Wezîrê Çandê yê Îranê Ebas Salihî jî wekî karvedaneke li hemberî vê bûyerê îro duşemê li tora civakî ya Xê belav kir ku di rewşa niha ya Îranê de her deng û tevgerek li dijî yekrêziyê dibe ku metirsîdar be.

Ebas Salihî diyar kir ku divê rê li ber nakokiyên neteweyî û olî li Îranê neyê dayîn û eger ev biqewime, dê bi zûyî bibe pêtek û agireke wêranker.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst