EFRÎN - Erebên hawirde malên Kurdan difiroşin xwediyên wan

24-03-2025
RÛDAW
Wêne û vîdeo: Rûdaw
Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efrîn Cuma Hesen ENKS Hikûmeta Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Erebên hawirde yên ku piştî dagirkeriyê ketine Efrînê heta ku Kurd pereyan nedine wan malên Kurdan teslîmî xwediyên wan nakin.

Li aliyekî derketina Erebên hawirde ya ji Efrînê û li aliyê din jî vegera Kurdan a ji gund û bajarên xwe berdewam dike.

Hin malbatên Kurd dema ku vedigerin, dibînin ku hîn jî Erebên hawirde di malên wan de ne.

Ew Erebên ku dest danîne ser malên Kurdan ji bo ku ji malên Kurdan derkevin pereyan dixwazin û malên Kurdan difroşin xwediyên wan.

2 birayên Efrînî ku bi hev re vegeriyane Efrînê, nekarîne ji bo vegerandina her du malên xwe pereyan bidin.

Tenê pereyê vegerandina malekê dane Erebên hawirde û niha ew her du bira di malekê de dimînin.

Ew her du bira piştî 7 salan ji koçberiyê ji Şehbayê vegeriyane Efrînê lê ji ber nebûna pereyan wan tenê maleke xwe ji Erebên hawirde standine.

“Me pere tunebû em her du malên xwe vegerînin”

Yek ji wan birayan ji ber metirsiya li ser jiyana xwe nav û dîmenê xwe eşkere nekir û ji Rûdawê re got:

“Mala me saxlem bû tiştekî wî yê kêm tune bû, em vegeriyan depoya avê tune bû. Derî tune ye, mûşek li hewşê ketiye, tevde xerab bûye.

Em hatin pere ji me xwestin ku goya derî kirîne û depo anine, me got em dê pera deyn bikin û bidin wan bila em derbasî hewşa xwe bibin.”

Li gorî gotina endamên malbatê tevî hemû astengiyan wan xwestiye ku vegerin û dawî li zehmetiyên koçberiyê bînin.

Kesekî din ê malbatê got. “Mala me tirba me ye, ma tiştek wekî mala me re heye, li derve em di kirê de bûn.

Me 100 hezar dida û her roj zem dixwest û digot derkevin ez dê kurê xwe bizewicînim, em pir perîşan dibûn.”

Hikûmeta Sûriyeyê heta niha li ser vegera xelkê Efrînê ti biryar nedaye, hin malbat bi tena xwe tên û hin jî bi rêya encûmenên xwecihî yên ENKSyê vedigerin malên xwe.

“Em çûn û me xelkê xwe vegerand”

Endamê ENKSyê yê Efrînê Cuma Hesen li ser vegera xelkê got:

“Ji til Rifatê, Til Terahê heta Şehbayê em çûn cem xelkê xwe û me ew bi otomobîlan vegerandin.

Me got, werin malên xwe û erda xwe ji bo ku guhertina demografiyê li Efrînê çênebe’ bersivdan û xelkê bersiv da me û gelek vegeriyan cih û warên xwe.”

Ji sala 2018an ve nêzîkî 300 hezar Kurd ji Efrînê koçber bûne.

Hejmara Efrîniyên vegeriyane ji aliyên fermî ve heta niha nehatiye belgekirin lê li gorî gotina berpirsên ENKSyê 15 hezar kes vegeriyane.

Her wiha rêxistineke Efrînê jî dibêje nêzî 4 hezar kes vegeriyane û ew kesên vegeriyane bi tevahî jin, zarok û pîr in, ango zilam û xort ji ber tirsa girtinê venegiryane.

Li gundên Efrînê jî heta niha 17 gund bûne baregehên leşkerî û xelk nikarin vegerin malên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst