Peymana ENKS û PYDyê kengî tê ragihandin?

24-03-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan ENKS PYD Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ragihandina peymana ENKS û PYDyê li benda razîbûna hemû aliyên siyasyî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.

Endamê Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Nimet Dawûd Rûdawê re ragihand ku ti biryar nîne ku peymana di  navbera ENKS û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de roja 24 yan 25ê Adara 2025an bê ragihandin.

Serkirdeyê ENKSyê Nimet Dawûd ji Rûdawê re got, egera wê yekê heye ku ragihandina wê peymanê, berî dawiya meha adarê be lê ew yek bêhtir girêdayî komdengiya hemû aliyên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.

Bi gotina Nimet Dawûd, hinek rêkarên derhênana peymanê mane ji bo ku bi dariştineke tevayî û cihê razîbûna wan hemû aliyan be û piştre bê ragihandin.

Berdevkê ENKSyê Fêsel Yûsif jî di heman çarçoveyê de ji Rûdawê re tekez kir ku ew peyman rojên 24 û 25ê Adarê nayê ragihandin û ew hêvî dikin ragihandina wê nekeve meha bê.

Her du serkirdeyên ENKSyê derbarê hûrgiliyên xalên wê peymanê jî red kir ku behsa wan hûrgliyan bikin berî ragihandina fermî.

Serokê ENKSêyê Mihemed Îsmaîl pêştir ji Rûdawê re gotibû peyman girêdayî van xalan e:

-Parastina mafên gelê Kurd e li Sûriyeyê û awayê bidestxistina wan mafan

-Helwesta Kurdan li hember dahatûya Sûriyê

-Şandeya hevbeş a Kurdan di gotûbêjên xwe de li gel hikûmeta Şamê pişta xwe bi xalên peymanê girê dide.

-Şandeya hevbeş a Kurdan tekeziyê li ser nenavendiyê dike wekî daxwaziyeke sereke ya Kurdan li Sûriyeyê, li gel berçavgirtina wê yekê ku daxwaziya fedraliyê li rêkeftina Kurdan heye.

ENKS û PYDyê 18ê Adarê li bajarê Hisîçayê bi amadebûna Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û nûnerên Amerîkî civiyan.

Li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatibûn, civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn diyar kir ku civîn "gelekî baş" derbas bûye û dê di nava çend rojan de rêkeftin were ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst