Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Şamê rewşa perwerdeyê gotûbêj kir.
Li gorî gotina berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê di warê pêkanîna ezmûnên amadeyî û navîn de mekanîzmeyeke hevbeş were pêkanîn.
Rewşa perwerde û xwendinê, yek ji wan mijaran e ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de dan û standin li ser tê kirin.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter eşkere kir ku dan û standinên wan piştî peymana 10ê Adarê dest pê kirine.
Di encama dan û standinan de, her du aliyan li hevdû kir ku li ser rewşa perwerdeyê hevdîtinên zêdetir bên kirin û bi taybetî di qonaxên amadeyî û navînde de mekanîzmayeke hevbeş were pêkanîn.
“Qonaxên amadeyî û navîn hatin gotûbêjkirin”
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê Rêveberiya Xweser Xelef El-Meter got:
"Bi serperiştiya Rêxistina UNICEFê diyalog û dan û standin bi Wezareta Perwerdeyê re hat kirin.
Dan û standin li ser paşeroj û rewşa xwendina bi giştî ya li Sûriyeyê bû.
Fokus me li ser xwendina qonaxa amadeyî û navîn bû.
Diyaloga me bi Wezareta Perwerde û Fêrkirinê re bû û hin mijarên girêdayî rewşa xwendinê ya li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin."
Li gorî gotina Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, heta niha pêvajoya xwe tomarkirina ezmûnan dest pê nekiriye.
Xelef El-Meter behsa ezmûnên xwendekaran kir û wiha domand:
“Hin encaman van hevdîtinan hebûn wekî nimûne, bi taybetî li Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina mekanîzmaya ezmûnan û awayê encamdana wan.
Em hêvî dikin xwendekarên me, bi awayekî guncaw xwe ji bo ezmûnan amade bikin û em hêvîdar in ew van ezmûnan derbas bikin."
Li gorî amar û zanyariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê sala xwendinê ya 2024-2025an 4 hezar û 100 dibistan li herêmên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hene û 900 hezar xwendekar li wan dibistanan dixwînin.
Sala xwendinê jî 1ê Îlona 2024an dest pê kiribû û dê 15ê Gulana 2025an bi dawî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse