Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 2 polîsên li Cizîrê şekirên pemboyî kirîbûn û li zarokên Cizîrê belav kiribûn pîroz kirin.
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku li pîrozbahiyên Newrozê yên li Cizîrê, du polîsên bi navên Sînan Baydî û Alî Talha Balbal, alîkariya Bariş kirine ku kesekî astengdar e û şekirê pemboyî difiroşe.
Polîsan hemû şekirên pemboyî yên Bariş kirîne û li zarokên derdorê belav kirine.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê got, "Alîkariya polîsên me Sînan Baydî û Alî Talha Balbal a ji birayê me yê astengdar Bariş re kirine - yê ku şekirên pemboyî difiroşe - li pîrozbahiyên Newrozê li Cizîrê, dilê me hejand.
Wan hemû şekirên pemboyî yên wî kirîn û li zarokên derdorê belav kirin."
"Ez bi we serbilind im"
Yerlîkaya di berdewamiya posta xwe de şanaziya xwe bi kiryara polîsan aniye ziman û got:
"Birayên min Sînan û Alî Talha, ez bi we serbilind im.
Di van rojên pîroz de, we ne tenê Bariş dilxweş kir; we careke din wijdan û rûmeta polîsên me nîşan da. Ez ji dil û can we pîroz dikim."
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş li ser vê bûyerê li Stenbolê axivî û ji Alaya Kurdistanê re gotibû “paçik” her wiha piştî wê gotina wî baroyên bajarên Wan, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dijî Mansûr Yavaş doz vekiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse