Mezlûm Ebdî: Tirkiye çalakiya li Enqereyê dike hincet

2 demjimêr berê
Nîşan Mezlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî da zanîn, Tirkiye çalakiya li Enqereyê dike hincet da ku êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

23 Çiriya Pêşîn li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser mijarê ji Associated Pressê (AP) re axivî.

“Bûyera li Enqereyê tenê hincetek bû”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku Tirkiye êrişa li Enqereyê ji bo planên xwe yên ku êrişî Rojavayê Kurdistanê bike dike hincet û ev planên wê ji zû ve hene û li pey çû:

“Tirk dibêjin ku ev êriş ji çalakiya li Enqereyê re bersivek in lê sedem ne ev e çimkî domdariya êrişên ku dikevin roja xwe ya şeşan nîşan dide ku ev ne bersivek e.

Bûyera li Enqereyê tenê hincetek bû.”

Ebdî bi bîr anî ku Tirkan êrişî kahreba, kargeh û firinan kiriye û xisarên mezin gihandine sivîlan û diyar kir armanca Tirkiyeyê koçberkirina Kurdan e.

Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê de herî kêm 18 kesan canê xwe ji dest da û herî kêm 60 kes birîndar bûn ku piraniya wan sivîl in.

“Em amade ne bi Tirkiyeyê re jî diyalogê deynin”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew hevalên diyalogê ne û helwesta xwe wiha anî zimên:

“Tevlî hemû êrişan jî em amade ne ku bi hemû aliyan re diyalogê deynin, her çend êrişan wan berdewam bikin jî em amade ne bi Tirkiyeyê re jî diyalogê deynin.”

Hewlên diyalogê

Ebdî bangî Koalîsyona Navneteweyî kir ku ji bo çareseriya bi rêya diyalogê zextê bikin û got:

“Em hêvî dikin ku ev diyalogên ku em behs dikin ên bi rêya navbeynkaran bidomin û bigihin encamê.”

Mezlûm Ebdî bi bîr anî, ew piştgiriyê didin ku di navbera PKK û Tirkiyeyê de diyalog dest pê bike û got:

“Eger ew mijar safî bibe dê bandoreke erênî li pirsgirêka di navbera Kurdan û Sûriyeyê de jî bike.”

Metirsiya DAIŞê

Li gorî Ebdî, eger Koalîsyon ji Rojavayê Kurdistanê vekişe dê li herêmê metirsî zêde bibin û wî bi bîr anî ku ew û Koalîsyon rojane li hemberî şaneyên DAIŞê operasyonan dikin.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê zerere didin operasyonên wan ên li hemberî DAIŞê û ew ji ber êrişan naçar mane ku 2 operasyonên plankirî taloq bikin.

Diyaloga bi Şamê re

Ebdî diyar kir ku di navbera wan û Hikûmeta Sûriyeyê de diyalog ji berê de hene û berdewam dikin û lê zêde kir:

“Ji bo ku em û rejîma Sûriyeyê bigihin encamekê me gelekî hewl da lê heta niha encameke hewldanên me çênabûye.

Xala sereke ya astengker ev e ku rejîma Sûriyeyê naxwaze ku otonomiya leşkerî û siyasî ya HSDyê nas bike.”

Ebdî got, “Hinek xetên me yên sor hene” û diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi Sûriyeyê re li hev were û Rêveberiya Xweser ji holê rake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst