Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) îro 21emîn Kongreya Giştî ya Awarte saz dike û ji bo serokatiya CHPyê 3 namzed hene.
Beriya demekê egera betalkirina kongreya berê ya CHPyê û metirsiya danîna qeyûm ketibû rojevê.
Li ser vê yekê biryar hatibû dayîn ku CHP 6ê Nîsanê kongreya awarte saz bike û ji nû ve serokekî hilbijêre.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser biryarê got: “Armanca vê biryarê rêgirtina li ber danîna qeyûmê li ser CHPyê ye.”
Kongreya awarte ya CHPyê îro demjimêr 10:00 li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a li Enqereyê tê sazkirin û li gel Ozgur Ozel du namzedên din hene.
Di kongreyê de Serokê Şaredariya Navçeya Muratpaşayê ya Antalyayê Umit Uysal û Parlamenterê bêrê yê CHPyê Berhan Şîmşek rikeberiya Ozgur Ozel dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse