Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê ya Hundirîn-Jinê ya Rojavayê Kurdistanê li Kampa Rojê ya li bajarê Dêrikê operasyoneke berfireh a lêgerînê da destpêkirin.
Ew operasyon ji bo têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞê ye.
Kampa Rojê ku malbatên endamên rêxistina DAIŞê lê dimînin, îro bû qada operasyoneke ewlehiyê ya berfireh.
Hêzên ewlehiyê bi armanca tesbîtkirina şaneyên veşartî yên DAIŞê li nava kampê operasyon da destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine ragihandin, endamên Hêzên Ewlehiyê ya Hundirîn-Jinê bi piştevaniya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li her aliyên kampê dest bi lêgerîna şaneyên veşartî yên DAIŞê kir.
Operasyon hîn jî berdewam dike û heta niha ti daxuyanî li ser encamên operasyonê nehatiye dayîn.
Tê zanîn ku di meha borî de jî li kampê çalakiyên şaneyên DAIŞê hatibûn tesbîtkirin û ji ber wê yekê gelek caran operasyonên bi vî rengî tên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse