Hewlêr (Rûdaw) - Projeya Pavilionê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji bo danasîn û ragihandina rûyê projeyê Burak Ozçîvît bang li kanalên medyayê kir.
Endazyarê projeyê Xelîl Îbrahîm diyar kir ku bi projeyê re dê qirêjiya hewaya Hewlêrê jî kêm bibe.
Projeya niştecihbûnê ya Pavilionê, li ser yek milyon û 800 hezar mêtre çargoşeyan tê avakirin, goleke sunî ya 300 hezar metre çargoşeyî jî tê de heye û ava wê ji Zapê tê.
Kompanyaya Tirkiyeyê Rams Global ku xwediyê tecrûbeyeke navneteweyî ye, vîla û apartmanên Pavilionê temam dike.
Hunermend Burak Ozçîvît wekî rûyê projeya Pavilion By Rams hatiye hilbijartin û cara yekem e serdana paytexta Herêma Kurdistanê dike.
"Qirêjiya hewayê dê kêmtir bibe"
Endazyarê projeyê Xelîl Îbrahîm ji Rûdawê re got,
"Projeyek e ku sûdeke baş digihîne Hewlêrê. Nêzîkî 1, 8 milyon mêtre çargoşe tên avakirin.
Di hundirê wê de 861 vîla hene, 42 projeyên avahîsaziyê hene û mall tê de heye.
Em dizanin ku amarên qirêjbûna jîngehê jî li Hewlêrê hinekî bilind e. Bi rêya vê projeyê ew qirêjbûna jîngehê heta radeyekê dê kêm bibe."
Birêveberê Firotinê yê Pavilionl Elî Nûredîn jî got, “Me ji sedê 30yê projeyê xilas kiriye, di projeyê de pirtûkxane heye, mall heye vîla hene ku me ew qedandine û me dest bi firotina wan jî kiriye.”
Kompanyaya Tirkiyeyê Rams Global ku xwediyê tecrûbeyeke navneteweyî ya 37 salan e serperiştiya projeyê dike.
Biryar e ku merasîma vekirina Pavilion By Rams 17ê Nîsana îsal pêk were û Burak Ozçîvît wekî rûyê projeyê amade be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse