Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke Wezareta Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Sûriyeyê, bi armanca nûjenkirinê gihîşte Bendava Tişrînê.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê ragihand ku bi armanca destpêkirina tamîrkirina beşên jikarketî tîmeke nûjenkirinê gihîştiye Bendava Tişrînê.
Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Piştî ku Şam meha Kanûna Paşîna 2024an ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê ve hatibû kontrolkirin, êrişên komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê yên li Bendava Tişrînê dest pê kiribû.
Komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê, nêzîkî 4 mehan hewla dagirkirina Bendava Tişrînê da lê li rastî berxwedaneke tund a HSDyê hatin.
Ji ber van êrişan bendavê zerereke mezin dît, Rêveberiya Xweser çend caran hişyariya teqîna bendavê û rûdana karesateke mirovî da.
Bendava Tişrînê dikeve başûrê Kobaniyê, bakurrojhilatê Reqayê ye.
Kapasîteya wê ya hilgirtina 1,9 milyar metre sêgoşe avê heye.
Berê bendav ketibû destê DAIŞê lê HSDyê rizgar kir û ji wê demê ve hêzên xwe li wir bi cih kirine.
Bendava Tişrînê elektrîka Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike.
Beriya êrişê 100 mêgawat kareba hildiberand lê kapasîteya wê ya niha 600 mêgawat e.
Serokê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman roja înê ji Rûdawê re ragihand ku çend roj in Tirkiyeyê êrişên xwe yên asmanî yên li deverên di bin desthilata HSDyê de rawestandiye.
Serokê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman got:
“Êrişên li Bendava Tişrînê jî sekinîne û niha karmendên bendavê vegeriyane ser karên xwe û jiyan li wan deveran asayî bûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse