Çînê li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

09-10-2023
Nîşan Çîn Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê ragihand ku “Çîn tim li dijî vê yekê ye ku li qada navdewletî hêz were bikaranîn.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê, pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Berdevka Çînê da zanîn, “Çîn amade ye ku di biwarên cuda de bi Sûriyeyê re hevkariyê bike.”

Mao Ningê destnîşan kir ku “Divê hemû alî rêzê li serweriya Sûriyeyê û yekparçeyiya axa wê bigirin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê herwiha ragihand ku di navbera Çîn û Îraqê de pêwendiyên baş hene.

Mao Ningê, pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec bersivandin:

Rûdaw: Min divê asta pêwendiyên we yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bipirsim. Salên dawiyê em nabînin ku serokwezîrên Îraqê û pêşengên Kurdan Pekînê ziyaret dikin. Hûn dixwazin li ser vê mijarê çi bibêjin?

Mao Ning: Di navbera Îraq û Çînê de şirikiya stratejîk heye. Salên berê jî pêwendiyên me yên nêzîk hebûn. Me sala 2019an pêngavên nû avêtin.

Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Dewletê yê Çînê Şi Cinping di “Lûtkeya Çîn-Ereb”ê de hatin ba hev. Vê hevdîtinê li ber pêwendiyan deriyên nû vekirin.

Çîn ji bo bihêzkirina pêwendiyan amade ye ku hem bi hikûmeta navendî ya Îraqê hem jî bi hikûmetên din ên li Îraqê re hevkariyê bike.

Rûdaw: Çîn li Rojhilata Navîn aktoreke girîng e. We di demeke nêzîk de Serokê Sûriyeyê Beşar Esed vexwend welatê xwe. Herwiha ji ber ku pêwendiyên we yên bi Sûriyeyê re xurt in Çîn dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê roleke girîng bigire ser milên xwe. Hûn dikarin di çorçoveya serweriya Sûriyeyê çawa alîkariya çareserkirina pirsa Kurd bikin?

Mao Ning: Çîn û Sûriye dostên qedîm in. Me 67 sal berê pêwendiyên dîplomatîk danîn û ji hingê ve pêwendiyên me bi pêş dikevin. Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo ku beşdarî vekirina Olîpiyatên Asyayê bibe hat Huanghoyê.

Ew û Serok Cinping civiyan û wan behsa mijarên girîng kir. Her du aliyan li ser şirikiya stratejîk li hev kir. Çîn ji bo ku hevahengiya xwe ya bi Sûriyeyê re bi hêz bike û di pêwendiyên her du welatan de bigihe qonaxeke nû amade ye ku bi Sûriyeyê re bixebite.

Rûdaw: Tirkiye, li rojhilatê Sûriyeyê li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyonan pêk tîne. Ev 6 roj in ku ev operasyon berdewam dikin. Di vê mijarê de helwesta Çînê çawa ye?

Mao Ning: Çîn tim li dijî vê yekê ye ku li qada navdewletî hêz were bikaranîn. Divê hemû alî rêzê li serweriya Sûriyeyê û yekparçeyiya axa wê bigirin. Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst