Li Sêrtê jinek li mala xwe mirî hat dîtin

05-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ayşe Ç Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, jineke 35 salî li mala xwe mirî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan li gundê Kanîgozekê yê navçeya Misircê îro Ayşe Ç. ya 35 salî li mala xwe mirî hat dîtin.

Li ser agahdarkirinê endamên malbatê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û di pişkînînê de hat tesbîtkirin ku Ayşe Ç. yê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê ji bo tesbîtkirina sedema mirinê û karên otopsiyê termê Ayşê Ç. bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Dê piştî karên otopsiyê sedema mirina Ayşe Ç. diyar bibe.

Hat zanîn 5 zarokên Ayşe Ç. hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst