Burak Ozçîvît: Ava gola projeya Pavilionê ji Tirkiyeyê tê anîn

05-04-2025
RÛDAW
Nîşan Pavilion Hewlêr Burak Ozçîvît Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê projeya Pavilion by Rams hat danasîn.

Aktorê sînemayê yê Tirkiyeyê Burak Ozçîvît ku rûyê projeyê ye, bersiva çend pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.

Nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Vejîn Muradê pirsek ji Burak Ozçîvît kir; çi hêz daye we da ku bi wê projeyê re li hev bikî û kar bi wan re bikî?

Burak Ozçîvît projeye weke karekî cuda ji yên din wesifand û got, "Asayî ye û dibe ku di projeyekê de bî, lê beşdarîkirina di projeyeke weha de tiştekî din e, çimkî ev proje ewqas taybetmendî tê de hene ku nayên jimartin.

Hebûna Rams Global a di vî karî de ji bo min aliyekî cuda ye, çimkî bawerî ji bo min çêkir ku ez li hev bikim.

Mijar girêdayî mezinbûna projeyê ye û ew tiştê ku mirovên vir hewceyî çi ne, bi dîtina min; ev proje bi başî bersiva daxwaziyên xelkê dide."

Peyamnêra Rûdawê amaje bi guherîna avhewayê kir û ji akterê Tir pirsî, "Di demekê de ku pirsgirêka avê li herêmê heye, projeyeke weha ku gol tê de heye, bi dîtina we rast e? Gelo çavkaniya vê avê li ku derê ye?"

Burak Ozçîvît ev yek weke pirseke girîng û pêwîst wesifand û got, "Binêre! Av jiyan e, em avê tînin vir lê li vir ez dixwazim pirsê ji endazyar bikim, em ji dûrahiya çend kîlometreyan avê tînin?"

Endazyarê sereke yê projeyê ku amade bû di konferansê de got, "Em ji dûrahiya 32 kîlometreyan avê tînin Hewlêrê. Ji projeya ava Zapê re av digihîje vir. Goleke 300 hezar mêtre heye û em dê bi avê tijî bikin. Em jiyanekê tînin vir, em nebêjin av."

Burak Ozçîvît dubare dest bi gotinên xwe kir û got "Êdî av jiyan e, em avê ji Tirkiyeyê tînin. Lewma yek ji girîngtirîn mijaran ev e. Belê, xelkê vir jî hewceyî avê ne û hewceyî wê ne ku avê bibînin û biçin nava avê. Yek ji girîngtirîn sedemên projeyê ev e."

Ew aktorê Tirkiyeyê her wiha tekezî li ser baweriya xwe ya bi projeyê kir û got:

"Li ser vê projeyê dilniya bin, belê dibe ku gelek projeyan hebin lê ya girîng ew e ku ti ji wan wisa li projeyê bikî ku cuda be.

Kak Faruq ji roja yekê ve behsa vê yekê ji min re dike, tu dikarî li her cihî projeyê çêkî lê ev tiştekî din e.

Bi tenê anîna avê ji wê dûrahiyê bi xwe karek e, hizrek e, ev dîzaynek e û bûye rastî. Min wê rojê bihîst, min bawer nekir, îro dema ku ez ji derî hatim hundir, min got we çi kiriye?!"

Peyamnêrê Rûdawê her wiha ji Ozçîvît pirsî peyama wî ji bo hezkiriyên wî li Kurdistanê çi ye û heta niha ew fikiriye ku ku di fîlmekî Kurdî de bilîze?

Di bersiva vê pirsê de aktorê Tirk got, "Derbarê karê min de, yek ji girîngtirîn mijaran sînaryoyê ye, heger sînaryo baş be, bêguman em dê li ser bipeyivin."

Projeya Pavilionê

Rams Global xwediyê ezmûneke navneteweyî ya 37 salî ye û li şeş welatên cuda û li nêzîkî 100 projeyên cuda xwediyê cihekî diyar e.

Niha jî serperiştiya mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê û Îraqê dike ku projeya Pavilion By Rams e.

Burak Ozçîvît wekî rûyê projeyê serdana Hewlêrê kir.

Li gel vîlayan, balaxane û qadeke fireh a kesk heye. Di çarçoveya projeya Pavilion By Rams de, goleke 300 hezar mreyî heye pirtûkxane, şano, dibistan, navenda werzişê ya Rojhilata Navîn, navenda zanist û zanyariyê, mall û sînema tên avakirin ku birêveberên projeyê dibêjin, hemû ev gav ji bo cara yekem e li Herêma Kurdistanê û Îraqê tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst