Bedran Çiya Kurd: Em bi Şamê re li ser vegera xelkê Efrînê dixebitin

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Efrîn Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ji Rûdawê re ragihand ku ew bi Hikûmeta Sûriyeyê re dê zêdetir dîl û girtiyan biguherin.

Bedran Çiya Kurd her wiha got, ew li bendê ne ku rêkeftina di navbera wan û Hikûmeta Sûriyeyê de rê ji bo asayîbûna rewşa Efrînê û vegera koçberan xweş bike.

Rêkeftina Qamişlo û Şamê 1ê Nîsanê hat kirin û roja pêncşemê, qonaxa yekem hat bicihkirin ku guhertina 97 girtiyên ser bi hêzên ewlehiyê yên Şamê bû, li gel 146 şervan û kesên sivîl ên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Di qonaxa duyem a rêkeftinê de, roja înê zêdetirî 500 şervanî ji du taxên Kurdnişîn ên bajarê Helebê vekişiyan û parastina wan radestî dezgeha Asayişê ya ser bi Rêveberiya Xweser hat kirin ku ji niha ve bi cil û bergên hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê, erkên xwe dê bicih bînin.

Bedran Çiya Kurd roja şemiyê ji podcasta Çavê Sêyem a Rûdawê axivî ku Husên Omer pêşkêş dike.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got, “Niha karê sereke li ser girtiyan tê kirin.”

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku guhertina dîl û girtiyan “gaveke niyetbaşiyê ya her du aliyan e ji bo avakirina baweriyê.”

Bedran Çiya Kurd her wiha diyar kir ku biryar bû roja şemî û yekşemê “hejmarek girtiyên din bên guhertin.”

Şêwirmend Bedran Çiya Kurd amaje bi wê yekê kir ku rêkeftin “ji bo ku hemû pirsgirêkên li Efrînê hene bi dawî bibin gaveke destpêkê ye.”

Efrîn sala 2018an ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên Sûriyeyî yên nêzîkî wê ve hat dagirkirin.

Ji wê demê ve, rêxistinên mafên mirovan gelek binpêkirinên wan koman li dijî welatiyên Kurd tomar kirine ku di nav wan de koçberkirin, talankirina mal û milk û destdanîna ser mal û erdên wan hene.

“Divê binpêkarî li dijî Efrîniyan neyên kirin”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd da zanîn:

“Di rêkeftina Qamişlo û Şamê de du mijarên ku pêwendiyên rasterast bi Efrînê re hene.

Wekî mijara girtiyan ku pêwîst e ew ên ku li Efrînê girtî ne werin berdan.

Her wiha pêwîst e jiyan û çûn û hatina xelkê me li Efrînê azad be û ti binpêkarî li dijî wan neyên kirin.”

Tevî ku Hikûmeta Sûriyeyê, sazî û dezgehên xwe li bajêr vekirine jî komên çekdar ên wekî Emşat û Hemzat hîn li Efrînê ne û li ser kar û barên bajêr zal in.

Bedran Çiya Kurd li ser komên çekdar jî got:

“Gava din ew e ku li gel hikûmetê kar bikin ji bo ku ew alozî û pirsgirêkên ji aliyê wan komên çekdar ên li Efrînê tên derxistin, dawî li wan bê anîn.”

Bedran Çiya Kurd her wiha eşkere kir û got:

“Di van 7 salên borî de gelek karên xirab hatine kirin.

Gelek sextekarî hatine kirin, wan dest danî ser gelek mal û milkên xelkê, gelek belgeyên sexte hatine çêkirin.

Pêwîst e ev hemû bên çareserkirin ku pêdivî bi demê heye.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser tekez kir ku “ew komên ku ser bi Tirkiyeyê ne û zererê didin xelkê me, divê li Efrînê nemînin û bibin beşeke artêşa Sûriyeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst