Mayin bi 2 birayan de teqiya: Yek mir

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Heynî Sefwan Heynî Soran Mayin Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Sîdekanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê mayin bi 2 birayan de teqiya, yekî canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû.

Li Çiyayê Qelerêşê yê qezaya Sîdekanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê 2 birayan pê li mayinê kir.

Birêvebirê Birêvebirtiya Parastina Sivîlan a Soranê Karwan Mîrawdelî li ser teqînê ji Rûdawê re axivî.

Karwan Mîrawdelî got, "Ew cihê ku mayin lê teqiyaye navçeyek e ku wekî zeviyeke bi mayin çandî tê hesibandin."

Li gorî agahiyên Rûdawê, her bira ji gundê Bêxmenê yê li nahiyeya Xelîfanê ne.

Birayê ku jiyana xwe ji dest daye navê wî Mihemed Heynî ye û 28 salî ye, birayê wî yê ku birîndar bûye jî navê wî Sefwan Heynî ye û ew jî 27 salî ye.

Karwan Mîrawdelî her wiha got, her du bira ji bo giyayên biharê çûne Çiyayê Qelereşê.

Li gorî amarên Parastina Sivîlan a Soranê ji bo Rûdawê, tenê îsal pênc kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî, ji wan sê kes mirine û du kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst