Bavê Rojînê ji Rûdawê re axivî: Ti gumana me nîne

6 demjimêr berê
Nizamettîn Kabaîş û Rojîn Kabaîş\ Wêne: Medyaya Civakî
Nizamettîn Kabaîş û Rojîn Kabaîş\ Wêne: Medyaya Civakî
Nîşan Rojîn Kabaîş Nizamettîn Kabaîş Wan Zanîngeha Wanê Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nizazmettîn Kabaîş bavê Rojîn Kabaîşê got, "Em nizanin bê ka keça me çawa winda bûye."

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kar û xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşê ku 4 roj in winda ye berdewam in.

Bavê Rojînê Nizamettîn Kabaîş bû mevanê Bultena Bakur a Rûdawê û behsa xebatên lêgerîna wê kir.

Nizamettin Kabaîş diyar kir ku piştî ku Rojîn winda bûye bi 18 saetan birêvebirên şevîmanê ew agahdar kirine.

Nizamettîn Kabaîş amaje bi wê yekê kir ku bi derengî haya wan ji windabûna keça wî çêbûye.

“Ti problema Rojînê nebû”

Nizamettîn Kabaîş behsa roja windabûna keça xwe kir û wiha got:

“Keça min wenda bûye wê şevê neçûye yurdê.

Paşê hevalên wê çûne li ber avê telefon, berguhk, av û kek dîtine. Ew der cihekî ku kamera nabîne.

Di kamerayê de tenê li ser cadê xuya dike û piştî wê ne diyar e.

Keça min herî dawî bi dayika xwe re axivî bû. Ji dayika xwe re gotibû ku ez dê herim marketê.

Dayika wê jî jê re gotibû dereng e tarî ye here şevîmana xwe. Di kameran de xwiya nake wenda dibe.

Mixabin ti gumana me li ser ti kesî û li ser ti tiştekî nîne. Em nikarin niha ti kesî sûcdar bikin.

Em dixwazin Rojîn were dîtin. Ti nexweşiyên Rojînê nebûn, ti pirsgirêka wê ne bi me re ne jî bi kesekî re hebû.

Rojînê ev 2 roj in dest bi dibistanê kiribû di kamerayan de xuya bûbû ku çûye dersên xwe.

Min bi destên xwe ew  bir zanîngehê û rojê 2-3 caran dayika wê pê re diaxivî.

Gumana me li ser ti tiştekî nîne, ew bi dilê xwe hat zanîngehê, heger pirsgirêkeke wê hebûya dê ji min re yan ji dayika xwe re ji xwişka xwe re bigota.”

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Nizamettîn Kabaîş amaje bi wê yekê kir ku ti zerera Rojînê negihiştiye ti kesî û rêz û hurmeta wê ji bo her kesî heye.

Nizamettîn Taş bangî raya giştî kir ku her kesê ku keça wî dît an jî li ser cihê keça wî xwedî zanyarî be bila ji wan re bibin alîkar.

Rojîn Kabaîşa ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 27ê Îlonê çûye perava Gola Wanê û piştre agahî jê nehatiye wergirtin.

Timên rizgarkirinê yên binavî li kampusa Zanîngeha Wanê li nava Gola Wanê dest bi kar û xebatên lêgerînê kirine ku heta niha jî ew lêgerin berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst