Bavê Rojînê: Kujerê keça min bibînin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Li Zanîngeha Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê xwepêşandanek hat kirin/Wêne: Ji vîdoya ANKAyê
Li Zanîngeha Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê xwepêşandanek hat kirin/Wêne: Ji vîdoya ANKAyê
Nîşan Rojîn Kabaîş Nizamettîn Kabaîş Wan Kuştin Kujer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampûsa Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê ji bo diyarkirina çarenivîsa Rojîn Kabaîşê xwepşandanek hat lidarxistin.

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê Rojîn Kabaişa 21 salî, 27ê Îlona sala borî ji şevîmana zanîngehê derket winda bû.

Piştî 18 rojan termê wê li peravên Gola Wanê hat dîtin.

Malbata Rojîn dibêjin keça wan hatiye kuştin û daxwaza dadperweriyê dikin.

"Divê kujerê Rojînê were dîtin"

Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş got, "Ez mafê xwe li şevîmanê helal nakim, haya wan ji keça min nebû.

Keça min şevekê neçû şevîmanê û agahî nedan me. Hêzên ewlehiyê û polîs agahdar nekirin.

Bila ew dest bişikin ku tundûtîjiyê li beramberî jinên dikin. Bila bi awayê herî giran bên cezakirin. Divê di dema herî kurt de kujerê Rojînê were dîtin."

Baroya Wanê û parêzerên dosyeya Rojînê dibêjin, ew keça Kurd bi awayekî cihê gumanê hatiye kuştin û daxwaz dikin qedexeya li ser dosyeyê were rakirin û destûr bê dayîn ku bigihin belgeyên di nav dosyeyê de.

"Biryara sînordarkirina li ser dosyeyê rê li ber malbatê digire"

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz wiha anî ziman, "Heta îro jî fermana sînordarkirinê li ser dosyeyê berdewam e.

Biryara sînordarkirinê rê li ber malbatê digire ku belgeyên nav dosyeyê bibînin û astengiyê li ber parêzerên wê malbatê çêdike ku lêkolîneke bibandor bikin.

Her wiha asteng e li ber pêkanîna lêkolîneke şefaf."

Li gorî daneyên "Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînîn", di sala 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 394 jin hatine kuştin û 259 kes ji wan wekî mirinên bi guman hatine tomarkirin.

Ev dane ji sala 2010an û vir ve amarên herî bilind in ku hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst